Lİ Amedê Kerengên Kaşyarî derketin!
MONDAY, 29 MARCH 2010 01:13 Amed Tîgrîs
Niha dema derketina kerengan e. Li Amedê ev du hefte ne ku kerengên Kaşyarî (Karacdağê) derketine û li ser erebeyan tên firotin.
"Kereng digihîje li kaşan
Xwarina bergîr û wehşan
Kereng li çi digere
Li mala wezîr û paşan!"
Kîlo bi du lîrayê tirkan e. Do şîva min jî kereng bû. Min qeland û hêk lê xist.
Ez behsa derketina kerengên teze dikim ku av ji devê hinek kesan were û here. Bila kurdên li xeribiyê ax û xweziya xwe bi xelkê welat bînin. Bila zaroktiya wan bikeve mejî û bîra wan… Çêja (tehma) kerengan bikeve devê wan, bîhna kerengan bikeve pozê wan û çavên wan jî tarî marî bibe û bidewixin.
Ez oxxx… çiyê xweş û qenc dikim ku qala derketina kerengan dikim.
Bi latînî jê redibêjin “gundelia taumefortii”. Kereng li Kurdistanê, li Asya û Afrîka başûr tê.
Li kurdistanê di dawiya meha adarê de derdikevin. Hewa xweş be di newrozê de mirov dikare bixwe. Kereng giyahekî biharî û bi strî ye. Ji bo xwarinê jê re demeke kurt divê. Piçek mezin bibe strî digre û êdî naye xwarinê. Niha hema hema di her giya û hişînahiyan de hormen heye. Lê di kerengê de tune. Ji ber k u li çiyê xwe bi xwe tê.
Wek cureyên gelek giyahên din, kereng jî, ji bo gelek nexweşiyan derman û şîfa ye. Her çiqas Hekîmê Loqman nebe jî, lê dîsa ji kul û birînan re derman e.
Cureyên xwarinên kerengan:
Ji kerengên teze çend cureyên xwarinê tên çêkirin, wek:
1.meftûneya kerengê
2.pincara wê çêdikin.
3. hûr dikin, diqelînin û hêk lê dixin.
4. di avê dikelînin û wê li hêkê dixin û dixwin.
5. dikin ber meyîrê, dikelînin û di nav meyîrê de dixwin.
Qehweya kerengan:
Ji derî cureyên xwarinê, pelê kerengê jê dikin û li ber tavê hişk dikin. Piştre dihêrin û qehweyan kerengan jê çêdikin.
Benîştê Kerengan:
Ji qurmê kerengê benîşt (cûm) çêdikin. Di meha havînê de dema ku êdî pelên kerengan zer dibin, dora qurmê wê vedidin û derdixin ser axê. Bi pozê kêrê qurmê wê xêz dikin ango birîndar dikin. Di cihê birîna kêrê de şîr diniqute û li derdora wê şîr hişk dibe. Şîrê hişkirî berhev dikin û dişon. Piştre dikin nav avê ku pak û hişk bimîne û xerab nebe. Beniştê kerengan gelek bi qîmet e.