13 Mijdar (Sermawez), 2010 Weşandin:1529 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Potasyûm, kalsîyûm, magnezyûm, lîfên asît yên organîk, şekirê xweristî (tabiî – natûrel), fosfor, sifir, hesin, brom, magnezyûm, pro vîtamîn A, vîtamîn A, B1, B6, B12, C , P, Ji ber ku pirteqal madarek pir vîtamîn C dihewîne. Mehên zivistanê hêz û berxwedana bedenê li hember nexweşîyên ji sermayê tên û agirîn diparêze. Taybetîya wê ya agir daxistinê heye.
Hewceye berî mirov nexweş bibe pirteqalan bixwe. Piştî nexweşketinê, pirteqal beşek ji taybetîya xwe ya xweşkirinê winda (berze) dike.
Di pirteqalê de ji ber ku pir vîtamin û fosfor heye, bêmeferî (bêhalî, kêmhêzî, zafîyet) yên rehan û hêrsbûnê radike.
Pirteqal mîkrobên di nava dev de jî dikûje. Bê pirûzbûn û tazetîya çerm jî pêk tîne. Bêxwînîya nexweş û zarowan diborîne. Madeyên xisardar yên di nava xwînê de paqij dike. Fêqîyek ji yên herî başe ku pêşîya penceşêrê digire. Heke pirteqal piştî xwarinê bê xwarin, avzêkên (ifrazat) aşikê zêde dike. Givirandinê (hezmê) hêsan dike, jibo daxistina şekirê nava xwînê dibe alîkar. Pirteqal jibo nexweşên şekir hem wezîfa qût (xwarin, xida, xurej) hem jî ya dermanbûnê dike. (HAWAR NET / servîsa teknolojî û zanistê)