• Ana Sayfa
  • İlanlar
  • Firma Rehberi
  • Foto Galeri
  • Haber Arşivi
  • İletişim
  • Ziyaretçi Defteri
  • Forum
  • Haber/Makale Gönder
  • Gündem Tv
Erdogan ku bo zarokên Xezzeyê digrî, çima ji bo zarokên Kurdan bê deng e?
Erdogan ku bo zarokên Xezzeyê digrî, çima ji bo zarokên Kurdan bê deng e?
30 Temmuz 2011 / Cumartesi
Erdogan ku bo zarokên Xezzeyê digrî, çima ji bo zarokên Kurdan bê deng e?

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser êrişên nijadperest ên li ser Kurdan û ‘Senaryoya Tamîlê’ ya hin derdorên nêzî hikûmeta AKP’ê û got; “Bêtehmuliya li hemberî siyaseta demokratîk a gelê Kurd û helwestên êrişkar ên hikûmeta AKP’ê, rê li ber şerek navxweyî yên li Tirkiyeyê vedike.”

 

DSerokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê pêşketinên di van demê dawiyê de li Kurdistanê diqewimin nirxand. KCK’ê di daxuyaniya xwe de zêdebûna êrişên nijadperest, êrişên polîsan ên bûne sedema kuştin û birîndarbûna, operasyonên leşkerî û ‘Senaryoya Tamîlê’ ya li hemberî PKK’ê anîne rojevê nirxand.

BOÇÛNEKE XETER Daxuyaniya KCK’ê wiha ye: “Bêtehmuliya li hemberî siyaseta demokratîk a gelê Kurd û helwestên êrişkar ên hikûmeta AKP’ê, rê li ber boşûnek a şerekî navxweyî yê li Tirkiyeyê vedike. Em jî şik û gumanên civakê yên ji ber êrişên tundî û dijwar parve dikin.

Helwestên kûr ên hikûmeta AKP’ê ji ber nêzîkatiya çareseriya demokratîk a Rêbertiya me û Tevgera me, bê encam mane. Her çendî ku hewldanên Rêberê me yên ji bo çareseriyek aşitiyane berdewam dike û tu guhertinek di polîtîkaya tevgera me ya ji çareseriya demokratîk-aşitiyane de çênebûye, hikûmeta Erdogan windahiyên di şerê li Farqînê de dike hincet û dixwaze êrişan rewa bike. Erdogan di her carekê de Farqîn û Xabûrê weke ‘Xala Şkestinê’ nîşan dide, ev yek jî ziyanê dide dahatoya hevpar a gelên Kurt û Tirk.

DAXUYANIYÊN HIKÛMETA AKP’Ê YÊN TEHRÎK Û PÊŞKAR Êrişên artêş-polîsan bi taybet li Kurdistanê hema bêje bûye parçeyek ji jiyana rojane û ketiye rewşekî rêkûpêk. Hikûmeta AKP’ê li rexmê hemû hewldanên me, tu pêngavek ji bo çareseriyê naavêje. Niha jî dixwazin dîsa hêzên polîs û leşkerî yên ku bi salane tên ceribandin û endamên wan li holê ne, bixin dewrê û encamp bigirin. Rayedarên hikûmeta AKP’ê bi daxuyaniyên xwe yên tehrîk û pêşkar, vexwendinnameyê ji êrişên faşîzan û nijadperest re dişînin; Li Zeytînbûrnû, Manîsa û gelek cihên din Kurd bûne hedefên êrişên nijadperest.

QELEMŞORÊN AKP-CEMEETÊ Qelemşorên militant ên hevkariya AKP-Cemeetê zimanek faşîzan û nijadperest bi kar tînin û zêhniyeta komkujî û lînckirinê ya li hemberî Kurdan bi rêxistin dikin. Wisa dixuyê ku bi teoriyên şerê taybet ên weke daxuyaniya Cemmeta Gulen ku dibêje ‘Wê ji niha ku pêve dosta û dijmin bizane ka ew ê çi bibe’ nîşaneyên komkujî û êrişên berfireh in.. Bê guman, armanca wan daxuyaniyan ew e ku tenê civakê bitirsînin, bihelînin û pasîfîze bikin. Heta ev ekîp xwe ewqas wêrek dibînin ku wê artêşa Tirk jî weke ku artêşa Srî Lankayê çi bi serê Pilingên Tamîlê anî, ew jî bi serê Tevgera me bîne. Ev yek jî nîşan dide ka AKP û Cemeet di nava têkiliyek çiqas xurt de ne û nîşan dide ka xwedî çiqas planên komkujiyan in.

JI BO TAYBOGA SERSAXÎ Polîtîkaya êrişkar a hikûmeta AKP’ê ya ji piştî hilbijartinan dayî destpêkirin, encamên hovane bi xwe re anî. Êrişên polîsên Tirk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê di dozajan de didomin, hewl didin ku vê hovitiyê weke tiştekî normal bi gel bidin pejirandin. Ji sala ku hikûmeta AKP’ê hat ser desthilatiyê û heta niha di kuştinên zarokan de zêdebûn çêbûn. Erdogan bi awayeke vekirî di organên çapemeniyê de bi gotina ‘Zarok be jî , ji be jî, wê hêzên ewlekariyê tişta pêwsît bike’ ferman daye û di berpirsyariya Erdogan de her ku diçe jimara zarokên Kurd ên tên kuştin zêde bûne. Ev yek bi kuştina Ûgûr Kaymazê tevî bavê xwe hat kuştin, dest pê kirin û ji demê heta niha çend zarokên Kurd bi zanebûn û rêxistinî hatin kuştin? Polîsên AKP’ê her roj canek distînin, rê li ber birîndarkirin û seqetbûnên giran vedike. Herî dawî bi jop û bombeyên gazê Dogan Tayboga yê 13 salî hat kuştin. Ewqas bê wijdan û çavnebar in li zarokan jî naborin. Di encama êrişa polîsên AKP’ê de Zeynep Oduk li Silopî, Rahîm Karahan li Bazîda Agirî, bi awyake xedar birîndar bûne. Em ji malbata Dogan Tayboga û hemû Kurdistaniyan re sersaxî dixwazin, û ji bo zarokên me yê birîndar bûne jî şîfayê dixwazin.

ERDOGAN JI BO ZAROKÊN XEZZEYÊ HESIRAN DIRIJÎNE, ÇIMA JI BO ZAROKÊN KURDAN BÊDENG E Aşkere ye ku , bi hişmendiya nijadperest, cûdakar, faşîzan, feresata ‘ger kurd be heq kiriye’ tev digere. Serokwezîr Erdogan ê ku bo qêrîna zarokên Xezzeyê hesirên çavan dibarîne, çima ji bo zarokên Kurdan bê deng e? Heta niha derbarê kuştina zarokên ku rasterast ji aliyê polîsan ve hatine kuştin tiştek nehatine kirin û dozên kuştinên zarokan hemû jî bê encam mane

DIVÊ LI HEMBERÎ ÊRIŞÊN NIJADPEREST XWEPARASTIN HEBE Em bang li gelê xwe dikin ku hemberî van êrişên faşîzan hişyar bin, her wiha li hemberî van êrişên nijadperest û komkujiyan xwedî tedbîrên xweparastin bin û bi awayeke rêxistinkirî êrişan pêşwazî bikin.

Em bang li gelê Kurd û aliyên demokrat dikin ku bi awayeke xurt li projeya biratî û vîna gelan Xweseriya Demokratîk xwdî derbikin û nîşan bide ku yekane riya rizgarbûna ji nijadperestî, faşîzan, şîdet û komkujiyan, avakirina sîstema demokratîk e.. (Hawar Net Servîsa nûçeyên rojevê)



Hawar NET
Bu Haber 532 Kişi Tarafından Okundu.
YORUMLAR
Bu Habere Yorum Bulunmamaktadır. İlk Yorumu Yapan Siz Olun.