Ceribandina projeya `Mars-500` ya ji bo sîmulasyona firrîna Marsê bi dawî dibe. Beşdarên ceribandinê êdî `hatine` rêgeha Erdê û xwe amade dikin, ku `venişîn`. Heta viniştîna marsonotan li Erdê hineke zêdetir ji du heftiyan maye. Bê guman, ew pir bê sebir bûne, ku ji modûlên hermetîk derkevin. Ekîb êdî 500 roje ku li erdê Enstîtûya Pirsgirêkên bijîşkî û bîyolojîk di nav modûlan de ne. Bernameya lêkolînan hê berdewam dike, ji ber ku gelek pispor bi wan nuqteyên dawî ve pir têkildarin, û li gor nêrîna wan, ew, derbarê guhertinên mezin de dikarin zanyariyên giring bidin. Lê belê dîsa jî, li gor encamên li ser gelek lêkolînên berê, li cem me rewşeke parseng çêbûye, ku beşdarên ceribndinê piştî demekî dirêj gihîştine vê rewşê. Ceribandina Mars-500 di 3-ê Hezîranê sala 2010 de destpê bû. Ev maratona kozmîkî bi sê qonaxan hatiye dabeşkirin: `firîna` ji Erdê heta Marsê, `mayîna` li Marsê û `vegera` malê. Beşdarên projeyê sê caran `derketine` ser ruxarê Marsê û nimûneyên `axê` hildane, ji zinaran perçe şikandine, sîmulasyona birîndarbûna endamekî ekîbê pêk anîne û anomaliyeke peyda kirine. Ekîb heta niha di pênc hêlên mîna: psîko-fîzîyolojî, klînîk, ya laboratuvarê, bijîjşkî û hijyenêk û teknolojiyê de bi sedan ceribandin pêk anîne. Bi taybetî di maweya firrîna ferazî de, ew dem bi dem atmosfera modûlê analîz kirine, ka kîjan mîkrob di kîjan demê de peyda dibin. Şîyana karkirinê endamên ekîbê carna dihat guhertin. Vê gavê ekîb di rewşeke gelek baş de ye. Û ev yek bi saya sîstema antromanan hatiye bidestxistin, ku li Rûsyayê hatiye amadekirin û ceribandin. Ya herî zehmet riya vegerê malê bûye: " Ji kozmoniotan cudatir, pêwendiya marsonotan a rasterast bi Erdê re tune bû. Pêwendî hebû, lê belê bi awayekî demborî hebû. Lewma jî dema ew di rewşeke ne asayî de bîryar digirtin, tenê hesaba xwe dikirin. Cudatiya vê ceribandinê ji xwe otonombûna wê bû". Gerçî dema keştiya modûl êdî nêzî rêgeha Erdê bû, sîmulyasyona windabûna pêwendiyê bidawî bû. Û her şeş marsonot bi pêwendiyên vîdyoyî bi malbatên xwe ve axivîn. Roja hevdîtinê êdî nêzîk bûye, û roja 4 Mijdarê wê deriya modûlê vebe û ceribandina Mars-500 wê xelas bibe.