• Ana Sayfa
  • İlanlar
  • Firma Rehberi
  • Foto Galeri
  • Haber Arşivi
  • İletişim
  • Ziyaretçi Defteri
  • Forum
  • Haber/Makale Gönder
  • Gündem Tv
Vê carê jî WEHŞET a Tirkan dilê Kurdan
Vê carê jî WEHŞET a Tirkan dilê Kurdan "HÊJAND"
29 Ekim 2011 / Cumartesi
Vê carê jî WEHŞET a Tirkan dilê Kurdan "HÊJAND"

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- JKurd hê brînên xwe yên di erdhêja Wanê de nepêçandin derbeyek din jî ji dewleta Tirk hat. Gor îdayyan 24 (gor hin îddayan 38) gerîla bi avayekî hovane û bi çekên kîmyewî hatin qetl kirin. Û di heman demê de ji nû ve dest bi operasyonên "KCK" hatin kirin û bi sedan kes girtin binçavan. Bi vî avahî xûya dibe ku AKP hewl dide ku kurdan bikûje û yên nikaribe bikûje jî bavêje zîndandan.

‘Cenaze perçe perçe bûne. Li 23 cenazeyan xwedî derkevin’ Rêveberên BDP, MEYADER û ÎHD'ê dê der barê cenazeyên 23 kesên li Morga Meletiyê ne, li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Heyetê banga "Cenaze perçe perçe bûne. Li 23 cenazeyan xwedî derkevin" kir. Endamê heyetê û Parlementerê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, diyar kir ku dozger gotiye cenaze bê çek bûn û yek jê aydî sivîlan e. Zenderlîoglu, anî ziman ku li ser wêneyan hovîtî hebû û wiha got: "Hin jê dest, pî, ser û perçeyê çanê wan tune bûn"

Heyeta endam û rêveberên BDP, ÎHD û MEYADER'ê ku duh ji bo cenazeyên li saziya Tipa Edlî ya Meletiyê lêkolîn bikin çûn Meletiyê, der barê lêkolîn û çavdêriya xwe de li avahiya Rêxistina BDP'ê ya ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de parlementerê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu, Endama Meclîsa BDP'ê Yildız Aktaş, Parêzerê ÎHD'ê yê Amedê Îbrahim Çelîker û rêveberên MEYADER'ê amade bûn. Hate diyarkirin ku li gorî fermiyetê hêjmara cenazeyan 23 ye.

DOZGER: HINEK DÊ DAXUYANIYÊ BIDIN

Parlementerê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu, hevdîtina xwe ya bi dozgeriyê re vegot û wiha got: "Dozger got 12 jin û 11 zilam bi tevahî 23 cenaze hene. Dozger îdîa kir ku cenaze aydî endamên HPG'ê ne. Dozger got cenaze aydî kesên bê çek in. Me got ger ku bê çek bin çawa dibe ku aydî gerîla bin? Dozger jî got agahiya wî pê tune û wisa cenaze teslîm girtine. Dozger der barê nasnameyan de jî got tu agahiya wî tune. Lê divê teqes der barê agahiyên nasnameyan de hin agahî li ser wan hebin." Zenderlîoglu, da zanîn ku wan çiqas xwest agahiya nasnameyan bigirin, lê dozger gotiye agahî di destê wî de tune û wiha berdewam kir: "Divê nasnameyên van mirovan bên aşkerekirin û teslîmî malbatên wan bên kirin. Me xwest nasnameya cenazeyan aşkere bikin, lê dozger got 'Hê hin kes nasnameya wan diyar bikin' û pirsên me bê bersîv hiştin."

 

'MALBATA KU DÎMEN DÎT JI SER HİŞÊ XWE ÇÛN' Zenderlîoglu, anî ziman ku cenaze di morga Goristana Şaredariyê de tên girtin û wiha berdewam kir: "Dema em ûn morgê tenê wêne nîşanî me dan. Wêne ji pişt û pêş ve û ji teniştê ve hatibûn kuşandin. 2 malbatan gotin em dikarin zarokên xwe nas bikin. Me bi hevre di bîlmgisayaraê de li wêneyan nerî. Min jî 2 wêne dîtin. Malbatê got 23 kesin û li ser wan nûmare hatine nivîsandin û li bin jî sedema kuştina wan hatibû nivîsandi. Dîmena ku min bi çavê xwe dît, nayê vegotin. Hovitiyek hebû. Min ji mirovahiya xwe şerm kir. Ez tu gotinê ji bo vegotina vê dîmenê nabînim. Tabloyek hovane hebû. Kevir li ber vê dîmenê dihile. Malbata ku ev dîmen dît ji ser hişê xwe çû. Li wir bêyî ku em encamê wergirin em paşve vegegeriyan. Em dîsa çûn cem dozger. Dozger got 'Hûn çima zorê li min dikin?' Me got em agahiyan dixwazin. Lê dozger jî got ez jî bi qasî we zanim."

'KESÊ HOVÎTIYÊ SOR DIKE Û TOLÊ DIXWAZE SEROKOMAR E' Zenderlîoglu, destnîşan kir ku divê teqez nasnameya wan bê aşkerekirin û wiha pêde çû: "Rayedar dibêjin 'Bila biryargeh daxuyanyê bide û di ANF'ê de biweşîne. Em jî dê li îcaba wê binerin.' Heta îro dewletek wisa çawa dikare wisa tev bigere. Hevalên me dê lêkolînê bikin. Kesê ku hovîtiyê sor dike Serokomar e. Derdikeve pêşberî medyayê û tolê dixwaze. Nefret û hêrsa gelan sor dike. Heta niha me çend Serokomar dîtin, lê me kes wekî vî serokomarî nedît."

Zenderlîoglu, da zanîn ku dê sibê saet di 13.00'an de li Amedê ji bo 23 cenazeyan meşek girseyî pêk bînin û xwest her kes beşdarî meşê bibe. Xwest her kes li 23 cenazeyan xwedî derkeve.

Zenderlîoglu pirsên rojnamegeran ên têkîldari cenazeyan bersivand û got ku li ser hin cenazeyan de cilên leşkerî hebû û şewitîbû an jî parçe bûbûn. Zenderlîoglu destnişan kir ku di berîka cilên cenezeyeke de wêneyên sivîlan hebû û dibe ku çekên kimyewî hatibe bikaranîn. Zenderlîoglu bilêv kir ku sedama mirinan ji dozger pirsînê lê dozger gotiye heke malbat serî lêbidin dikarin raporê bidin wan û wiha berdewam kir: "Nasname li cem wan in lê çima vedişêrin em nizanin. Armancakî wan heye û ji ber vê yekê jî nasname hatin veşartin. Di şerên herî xirab de jî, dema ku qebîleyên Afrîkayê şer dikin jî tiştekî bi cenazeyan nakin. Me dît ku serî, dest, lingên cenazeyan tunebû."

 

'SEROKOMAR Û SEROKWEZÎR BINGEHA VAN ROJAN GAV BI GAV AMADE KIR' Piştre endama heyata BDP'ê Yildaz Aktaş axivî û got ku daxuyaniyên rayedarên dewletê bûye sedema vê yekê û wiha axivî: "Serokomar, Serokwezîr, Wezîr û Wezîrê Karên Hundir ê vî welatî bingeha van roja gav bi gav amade kir. Banga tolhildanê kirin û di navbera gelan de kîn û nefret afirandin û bi vî rengî bingeha vê yekê gav bi gav amade kirin. Bi mirinên ku bi kerasetên xwezayî jî dikanin. Serokwezîr mafeke wisa afirand. Berpirsyarê van 23 cenazeyan Serokomar, Serokwezîr û Wezîrê Karê Hundir ê ku got 'em ê bi hezar qatî bersivî bidin' e. Gelo van mirinan ji bo we çi anî? Dayikên leşkeran jî yên gerîlayan jî heman êş jiyan. Ji bo van malbatan çi anî?" Aktaş banga çaraseriyê kir.

 

'ME DÎT KU HIQÛQ YEKALÎ YE' Aktaş bilêv kir ku wan agahiya cenaze ji Colemêrgê anîne Wanê û ji wer jî anîne Meletiyê girtinê lê ev jî zelal nîn e û wiha berdewam kir: "Dema ku qezeyaka bîsîklêtê jî çê dike ekîb diçin wir û gitekan digirin. Ev girtek jî piştre ji dozgeriyê re tê şandin. Em ê çi bawer bikin? Serdozgerê Komarê ji bo hiqûqî çûye wir lê vê yekalî dike? Me dît ku hiqûq yekalî ye. Divê rayedarên dewletê civakê bi awayeke rast agahdar bikin."

Gotina Aktaş a "2 ling hene lê aydê kê ne nediyar e" rewşa cenazeyan raxist ber çavan.

 

Demîrtaş: Bi awayek xurt xwedî li zarokên xwe derkevin Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş têkîldarî cenazeyên li Meletiyê banga li kurdan kir ku bi avayekî xwedî li zarokên xwe derkevin. Demîrtaş, destnîşan kir ku berpisyarê vê Serokkomarê ku "sonda tolhildanê" dikir e û da zanîn ku hatiye xwestin cenazeyan wekî salên 90'an li tabura Çelê bê teşhîrkirin lê ji ber erdheja Wanê ev yek hatiye taloqkirin.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo cenazeyên li Meletiyê ne û aydî PKK'iyan ne sersaxî xwest û got ew wekî BDP êşên wan parve dikin û li cem wan in. Demîrtaş tiştên ku qewimîne wekî fatureya şer bi nav kir û wiha got: "Geleke ku dixwaze şer rawestîne, aştiyê dixwaze û ji bo çareseriyeke aştiyana evqas di nava helwdanan de ye zarokên xwe winda dikin. Ev yek ji bo ku gelek bi êş e drameke derdixe holê.

 

'EV WEHŞET Û SÛCÊ ŞER E' Demîrtaş anî ziman ku heyeta ku şandine Meletiyê cenaze nedîtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hem ji wêneyan hem jî agahiyên ku me girtine tê gotin ku hemû caneze hatine tehrîbkirin. Ev yek beriya her tiştî wehşet e û şerê mirovahiyê ye. Kesên ku bi hestên tolhildanê tevdigerin, sonda tolhildanê dixwin berpirsyarê vê êşa ku derketiye holê ne. Evqas bi hestên tolhildanê tevgerandin ne tiştekî mirovî ye. Ev yek ji şer wêdetir vegeriya ya bi wehşetê tolhilhildanê."

 

'DÊ CENAZEYAN TEŞHÎR BIKIN' Demîrtaş got ku divê kurd vê tabloyê ji dem demê zêdetir baş bixwînin û berpirsyarê tiştên ku diqawimin, kuştina mirovan AKP ye. Demîrtaş agahiyeke din a balkêş jî da û wiha berdewam kir: "Ez hefteya borî dema ku li Colemêrgê bûm agahiyeke wisa ji me re hat. Hate gotin ku gelek cenazeyên HPG'iyan anîne tabura Çelê û dê li wir ji bo çapemeniyê dîmen bên kişandin. Ji bo vê yekê amadekari hebû. Di vê navberê de li Wanê erdhej çêbû. Ev bername hate betalkirin." Demîrtaş da zanîn ku ew wekî BDP'ê pişti vê agahiyê ketine nava hewldanan û lêkolînê dikin, îro jî dozger ji wan re gotiye di destên wan de 24 cenaze hene. Demîrtaş diyar kir ku tê gotin ku 20 ceraseyên din jî hene lê ew cenaze li kû derê ne yan jî rast in nerast in nayê zanîn.

Demîrtaş gotina "ev ji ber vê rewşê banga bihistiyariyê li gelê me dikim" kir û piştre jî wiha berdewam kir: "Divê tu kes li hemberî vê yekê bêdeng nemîne, kesên ku bêdeng bimîne dê miravahiya xwe winda bike. Divê hemû gelê me bi awayeke xurt xwedî li cenazeyan derkeve. Li dijî vê wehşetê nerazîbûna xwe nîşan bide. Ji ber ku tişteke ku bê qebûlkirin nîn e û an jî tu kes nikare vê yekê normal bibîne. Li kû derê be bila be divê gelê me li dijî operasyonên leşkerî û siyasî nerazîbûnên xwe nîşan bide. Cenaze û zarokên xwe bi awayeke xurt xwedî derkeve. Divê gelê me helwesta xwe nîşan bide."

Demîrtaş hewldana teşhîrkirina cenazeyan jî wekî vegera salên 90'an bi nav kir û wiha axivî: "Heke erdheja Wanê neba îhtîmalake mezin dê cenaze teşhîr bikirana. Xebatkarên çapemeniyê ji bo çûyina Çelê amadekarî dikirin lê erdhej çêbû. Ev pêkanîn wehşeta salên 90'an e."

Demîrtaş got ku ji bo girtina cenazeyan û definkirinê Cîgirê Seroka Koma BDP'ê Hasîp Kaplan bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê pêk bîne.  

 

Zenderoglu: Min ji mirovayetiya xwe şerm kir

Parlamenterê Bedlîsê yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Hûsamettîn Zenderoglu ragihand, serî, dest, pê û difnê  24 termên li Dadweriya Pizîjkî ya li Meletiyê hatine jêkirin û got, “Ji ber vê dîmenê min ji mirovayetiya xwe şerm kir.” Zenderoglu îro li bînaya Şaxa BDPê ya Diyarbekirê derbarê 12 ji wana jin û 11 jî zilam, 24 termên li Dadweriya Pizîjkî ya Meletiyê ku tê îdikirin yên gerîllayên PKKyî ne de, civîneke rojanemgeriyê saz kir. Parlamenterê BDPê da zanîn ku wan wek şande digel Serdozgeriya Meletiyê hevdîtinek pêk aniye û dozger jî hay ji kitekitên bûyerê nîne û got:

“Wêneyên termên di morgê de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin girtin û li ser terman cilên gerîllayên PKKê hene. Li ba tu terman çek nîne. Me guman heye kesên bêçek hatine kuştin. Min wêneyên terman dît, yek ji wana tenê 2 pêyên wî hebûn. Li hemberî vê dîmenê min ji mirovayetiya xwe şerm kir. Ez mamostayê zimanê tirkî me lê min tu hevokeke ku hestên min derbibirin peyda nekir.”

Zenderoglu da xuyakirin ku ji bûyerên serkomarê Tirkiyeyê Abullah Gul berpirs e ji ber ku maweyek berê gotibû emê tola xwe hilînin û ew dê bi armanca şermezarkirinê sibê di seat 13:00ê de li Diyarbekirê xwepêşandanekê saz bikin.

 

 Li Amedê 6 herêm 'herêmên ewlekariyê' hatin îlan kirin Artêşa Tirk koordînatên 6 herêmên Amedê dan û diyarkir kû wana ew herêm “bi demî weke herêmên ewlekariyê” îlan kirine. Ligorî daxuyaniya di malpera Fermandarê Giştî yê Artêşa Tirk de, herêmên kû koordînatên wan hatîn diyarkirin heya Gulana 2012’an di dîrokên cuda cuda de “herêma ewlekariyê” hatin îlan kirin. Li gorî vê 30’ê Cotmehê-1’ê Mijdarê, 14’ê Mijdarê-21’ê Mijdarê, 19’ê Kanûn-23’ê Kanûnê, 12’ê Adarê 2012-16’ê Adar 2012, 11 Nîsan 2012- 2’ê Gulana 2012’an çûyîna herêmên mijara gotinê qedexeye.

 

Li Stenbol û Rihayê terora binçavkirinê Li aliyekê Kurd birînên xwe yên erdhejê dipêçin û li aliyê din jî rastî pêkûtiyên leşkerî û polîsî yên hikumetê tê. Li Stenbol û Rihayê herî kêm 65 kes hatin binçavkirin û di derbarê 105 kesan de jî biryara girtinê heye.

 

LI STENBOLÊ HERÎ KÊM 41 BINÇAVKIRÎ Polîsên AKP’ê îro jî di bin navê ‘KCK’ê de terror li ser siyasetmedarên Kurd meşand. Di demjimêrên siharê de di nav de Akademiya Siyasetê ya BDP’a Stenbolê ya li Umraniyê jî heyî, avahiya BDP’a navçeyê û li ser gelek malên li Navenda Çandê ya Hêvî heyî de girtin.

Li van hersê avahiyan lêgerîn berdewam dike, hat hînbûn kû di serdegirtinan de heya niha herî kêm 41 kes birina Miduriyeta Polîsan ya Vatan’ê. Lêpirsîna kû ji aliyê Dozgerê Komarê yê Rayeya Taybet yê Stenbolê Ednan Çîmen di çarçoveya vê de tê diyarkirin kû biryara binçavkirina 70 kesan heye.

Di nav kesên hatîn binçavkirin de Serokê BDP’a Navçeyê Kemal Bîlken, Medenî Demîrkapu, Eladîn Guneş, Recep Karagul, Zekiye Ayik û keseka paşnavê wê nehat zanîn ya bi nave Derya hene.

Li Stenbolê ji 4’ê Cotmehê û vir ve operasyonên kû di bin navê ‘KCK’ê li ser siyasetmedarên Kurd dayî destpê kirin, hêjmarek mezin kes hatine binçavkirin. Di nav de endamên MP BDP’ê, rêveberên bajaran, serokên navçeyan û rêveberên saziyan jî heyîn 98 kes hatine girtin û şandin girtîgehan.

Gözaltına alınanlar arasında BDP Ataşehir İlçe Başkanı Kemal Bilken, Medeni Demirkapu, Alaattin Güneş, Recep Karagül ile Zekiye Ayık ve soyadı öğrenilemeyen Derya isimli bir kadının olduğu öğrenildi.

 

LI RIHAYÊ 24 BINÇAVKIRÎ Li navçeya Xelfetiya Rihayê bi hinceta kû di roja 4’ê Nîsanê roja dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kombûne û serdana gundê Amara kirine, bi ser Riha, Xelfetî, Wêranşar, Pirsûs, Serê Kanî, Bêrecûk û Girê Sor de girtin û A.D., M.K., M.S.Ö., M.R.G., C.U., B.G., A.Ş., İ.Y., M.K., F.G.Ş., M.B., M.Y., Ö.K., S.K., Ş.Y., M.K., Y.K., M.D., A.K. Y.A., Y.K., A.F., H.T. ve Z.D. binçavkirin. Di operasyona kû 24 kes binçavkirî de, 3 kes jî di lêgerînên malên wan de nehatin dîtin.

Hat hînbûn kû, kesên hatîn binçavkirin bi hinceta ‘progapanda rêxistinê kirin’ hatine binçavkirin, her wiha di destê polîs de fermana binçavkirina 100 kesên din jî heye.

 

PROF.DR. BUŞRA ESRANLI HAT BINÇAVKIRIN Prof. Dr. Buşra Ersanli li navçeya Datça ya Muglayê hate binçavkirin.

Endama Meclîsa BDP'ê Prof. Dr. Buşra Ersanli li navçeya Datça ya Muglayê hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Buşra Ersanli nehate zanîn. Ersanli di nav Komîsyona Makezagonê ya BDP'ê de cih digirt. Ersanli di nav BDP'iyên di 10'ê Cotmehê di çarçoveya xebatên Makezagonê de bi AKP'iyan re hevdîtin kir cih girt.

 

LI SÊRTÊ 7 ZAROK HATIN BINÇAVKIRIN Li Sêrtê di 26'ê Cotmehê de polîs û tîmên taybet bi ser gelek malan de girtin û 10 jê zarok 15 kes binçavkirin. Ji 15 kesên 3 roj berê hatin binçavkirin îro 10 jê zarok derxistin dozgeriyê. Li dozgeriyê ji 10 zarokan 3 serbest hatin berdan û 7 zarok jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê jî derbarê 7 zarokan de bi îdîaya "Alîkarî bi rêxistinê re kirine" biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê. Lêpirsîna 5 kesên din ya li Midûriyeta Polîsan didome.

 

Li Şirnexê endamê MP'a BDP'ê Ozguneş û dayîkek hatin binçavkirin Endamê MP’a BDP'ê Hasan Ozguneş û Xezal Oruç ya dayîka 4 zarokane hatin binçavkirin. Endamê MP’a BDP'ê Hasan Ozguneş demjimêrên nîvro de dema ku ji mala xwe ya li taxa Nur ya navçeya Cizîrê derdiket ji aliyê polîsên sivîl ve bi îdiaya "derbarê wî de biryara girtinê heye" hate binçavkirin. Hate hînbûn ku, Ozguneş birin Midûriyeta Polîsan ya Cizîrê. Ji bilî vê duh şevê li taxa Cudî yê jî polîsan bi ser malan de girtin û Xezal Oruç ya ku dayîka 4 zarokane binçav kir.

 

Li Geverê bûyer didomin Li Geverê çalakiya ji bo Rûstem Cudî, Çîçek Kiçî û Alîşer Koçgîrî û 24 canezeyên ku li Meletî tên ragirtin û tê îdîakirin gêrîlayên HPG’ê ne.

Duh li Geverê ji bo Endamê Konseya Rêveber ya KCK'ê Rûstem Cudî, (Rûstem Osman), Endamên Konseya Leşkerî yê HPG'î Çîçek Kiçî (Guhar Çekîrge) û Alîşer Koçgîrî (Yucel Halîs) yên du êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan û 24 cenazeyên ku li Meletiyê têne rawestandin û tê îdiakirin ku HPG'î ne duh çalakî hatibû lidarxistin. Îro jî ciwanan li navenda navçeyê û Qada Azadiyê barîqat danîn û li ser riya Şemzînanê jî agir pêxistin. Polîsan bi panzer û TOMA'yan êrîşî ciwanên ku xwestin li navenda navçeyê bimeşin kir û bombeyên gazê avêt ciwanan. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî û keviran bersiv dan polîsan.

 

7 zarok li Sêrtê hatin girtin Li Sêrtê jê 10 zarok 15 kesên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin jê 7 zarok hatin girtin. Li Sêrtê di 26'ê Cotmehê de polîs û tîmên taybet bi ser gelek malan de girtin û 10 jê zarok 15 kes binçavkirin. Ji 15 kesên 3 roj berê hatin binçavkirin îro 10 jê zarok derxistin dozgeriyê. Li dozgeriyê ji 10 zarokan 3 serbest hatin berdan û 7 zarok jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê jî derbarê 7 zarokan de bi îdîaya "Alîkarî bi rêxistinê re kirine" biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê. Lêpirsîna 5 kesên din ya li Midûriyeta Polîsan didome.

 

Prof. Dr. Buşra Esranli hate binçavkirin Prof. Dr. Buşra Ersanli li navçeya Datça ya Muglayê hate binçavkirin. Endama Meclîsa BDP'ê Prof. Dr. Buşra Ersanli li navçeya Datça ya Muglayê hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Buşra Ersanli nehate zanîn. Ersanli di nav Komîsyona Makezagonê ya BDP'ê de cih digirt. Ersanli di nav BDP'iyên di 10'ê Cotmehê di çarçoveya xebatên Makezagonê de bi AKP'iyan re hevdîtin kir cih girt.

 

Li Stenbolê polîsan bi ser BDP'ê de girt, 7 binçavkirî Polîsan bi ser Akademiya Siyasetê ya BDP'ê ya Stenbol ya li Umraniyeyê, avahiya BDP'ê ya navçeyê, Navenda Çandê ya Hêvî û gelek malan de girt. Di serdagirtina malan de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Ataşehîrê Kemal Bîlken jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin. Lêgerîna li Akademiya Siyasetê berdevam dike.

Polîsan bi ser avahiya BDP'ê ya Umraniye yê, Akademiya Siyasetê ya BDP'ê ya Stenbolê û Navenda Çandê ya Hêviyê de girt. Polîsan di heman demê de bi ser gelek malan de jî girt. Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê di demjimêr 05.00'an de dema ku tu kes li saziyan tunebû bi ser saziyan de girt. Polîsên bi biryara dozgeriyê bêyî agahiyê bidin nûnerên saziyan, deriyên saziyan şikandin û ketin saziyan. Lêgerîna li partî û saziyan bêyî nûnerên wan hêj didome. Rêveberên saziyan jî bertek nîşanî vê yekê dan û neketin avahiyê.

Polîsan li heman navçeyê bi ser gelek malan de girt. Di serdagirtinan de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Ataşehîr Kemal Bîlken, Medenî Demîrkapu, Alaattîn Guneş, Recep Karagul û Derya û Zekiye yên piştnavê wan hate zanîn hatin binçavkirin. Li navçeya Bagcilarê ya Stenbolê jî welatiyê bi navê Mîkazîn Ozcan di encama serdagirtina malê de hate binçavkirin. Di serdagirtinê de hemû alavên malê hatin belavkirin.

Li Stenbolê di 4'ê Cotmehê de li dijî siyasetmedarên Kurd li ser navê "KCK'ê" de operayon hatibû lidarxistin û gelek endam, serok û rêveberên BDP'ê hatibûn binçavkirin û 98 kes hatibûn girtin.

 

Li Gever û Çelê derabe nehatin vekirin 24 cenazeyên kû li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê tên girtin û tê îdîakirin kû gêrîlayên HPG’ê ne, li navçeyên Gever û Çelê derabe nehatin vekirin. Ji ber sedema operasyonên artêşa Tirk kû di êrîşên hewayî yên 10’ê Cotmehê de Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Rûstem Cûdî (Rûstem Osman), Endamên Konseya Leşkerî yên HPG’ê Çîçek Kiçî (Guhar Çekîrge) û Elîşêr Qoçgirî (Yucel Halîs) û 24 cenazeyên kû tên îdîakirin gêrîlayên HPG’ê ne kû li Meletiyê tên ragirtin Geveriyan îro jî derabeyên xwe venekirin. Cenazeyên kû tê gotin hatine perçeperçekirin di derbarê wan de hêjan agahiyên zelal tune ne.

Hat ragihandin kû li Çelê jî îro derabe nehatine vekirin. Hat diyarkirin kû, li Gever û Çelê tenê dermanxane û firin vekirîne.

KCD û BDP'ê li gundan vekolîn kirin Şandeya KCD û BDP’ê li gundên bajarê Wanê kû ji ber erdheja 7.2 vegeriyan xerabeyan vekolîn pêkanîn û guhdarî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê kirin. Heyeta kû ji Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)’ê Aysel Tugluk, parlementerên BDP’ê Leyla Zana, Nazmî Gur, Pervîn Buldan, Sirri Sakik û Seroka Meclîsa Giştî ya Bajarê Wanê Semîre Varli li gundên Dîbekduzu, Topaktaş, Arisu û Guveçliyê vekolîn pêkanîn. Mexdûrên erdhejê pirsgirêkên xwe ji şandeyê re gotin û daxwaza alîkariyê kirin. Gundên kû ji ber barîna baranê bûyîn gula heriyê Zana’ya kû di şandeyê de guhdarî zarok û jinan dikir, balkêş bû kû, jinekî kal ya gundê Dîbekduzu di nav rondikên çavan de zêmar kir û xwe li ber singa Zana da..

 

(ajansan / Hawar Net Servîsa nûçeyên rojevê)




Bu Haber 296 Kişi Tarafından Okundu.
YORUMLAR
Bu Habere Yorum Bulunmamaktadır. İlk Yorumu Yapan Siz Olun.