• Ana Sayfa
  • İlanlar
  • Firma Rehberi
  • Foto Galeri
  • Haber Arşivi
  • İletişim
  • Ziyaretçi Defteri
  • Forum
  • Haber/Makale Gönder
  • Gündem Tv
Dibistan a Uğur Kaymaz
10 Ekim 2011 / Pazartesi
PÊŞENGÊ ME DİL Û CANE









PÊŞENGÊ ME DİL Û CANE

Hoy ev hoye dem ev deme ji bo gelan xweş xelate

 

Me destpêkir dijrabûne, em serpêne roj ev waxte
 

Bo me Kurdan doz pêşeme, pêşengê me dil û cane
 

Pir zaneye pir serwexte, xwe jî serokê Kurda ye


 

Bi can bi dil gel tev rabûn çalakîya me gelane
 

Rawestan jî tu ne kare çalakîya me gelane
 

Em rêwîyên roja xweşin pêşengê me dil û cane

Pir zaneye pir serwexte, xwe jî serokê Kurda ye



Tevgera me pir mezine lehengên me mil milanin

Nav de gelê me Kurdan e; zimanê me xweş zimane

Berxwedan, hewldan hebûne, pêşeme pêşengê me dil û cane

Pir zaneye pir serwexte, xwe jî serokê Kurda ye



Gelno werin dilno werin bê şik ev kom koma me ye

Em karkerin em kedkarin em dozvanin, şoreşgerin

Em daxwazin mafên Kurdan, pêşeme pêşengê me dil û cane

Pir zaneye pir serwexte, xwe jî serokê Kurda ye



Welatê me her tim xweşe bihuşte û gulîstane

Bila neyar bizanibin axa Kurdan Kurdîstan e

Rêber ê gel Ocalane, pêşengê me dil û cane

Pir zaneye pir serwexte, xwe jî serokê Kurda ye



Mehmet Çobanoglu

08.10.2011
Yildirim





Bu Haber 341 Kişi Tarafından Okundu.
YORUMLAR
Bu Konuya Yorum Bulunmamaktadır. İlk Yorumu Yapan Siz Olun.